MXDŞ: Di êrîşa ser nexweşxaneya li gundê Sikêniyê de 8 kes şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafirên şer êrîş bire ser nexweşxaneya li gundê Sikêniyê ya Şengalê.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ragihand ku di êrişê de 8 kes şehîdbûn û 4 kes jî birîndar bûn.
Meclîsê diyar kir ku ev êriş sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, “berdêl çi dibe bila bibe em ji daxwaza Şengala Xweser û Azad nayên xwarê.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro derbarê êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê daxuyaniyek weşand.

Meclîsê bal kişande ser êrîşa 16’ê Tebaxê ya ku di encamê de yek ji fermandarên YBŞ’ê Seîd Hesen şehîd bû, diyar kir dema ku Rêveberîya Xweser amadekarîyên hevdîtina bi serokwezîrê Iraqê Misetefa Kazimî re dikir ev êrîş pêk hat û wiha got,

“Ev êrîş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat. Kazimî ew roj li Şengalê bû. Lê derbarê vê êrîşê Serokwezîr Kazimî û hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirk helwestê nîşan bide, li ser gorên komî yên Koçoyê got ew ê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re xurttir bikin.”

Meclîsê êrîşa ku duh li dijî nexweşxaneya gundê Sikêniyê pêk hat bibîr xist û diyar kir êrîşên du rojên dawî ya li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanane.

Meclîsê da zanîn li gor wijdan û exlaqê civakî û qanûnên şer jî êrîşa li ser nexweşxaneyê sûc e û destnîşan kir dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin.

“Lê dewleta tirk a dagirker li ber çavê hemû cîhanê, hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, ev êrîş pêk anî.

Ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Tiştê ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye.”

MXDŞ: Berdêl çiqas giran be jî em ji daxwaza Şengala azad nayên xwarê

Meclîsê da zanîn dixwestin bi zextên siyasî, dorpêçkirin û gefan vê peymanê bixin meriyetê lê nekarîn îradeya Êziyan teslîm bigirin û wiha dewam kir,

“Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Heya hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrîşê ye.”

Meclîsê destnîşan kir Iraq, PDK, dewleta tirk di bin çavdêrî û piştgiriya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrîşan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir çiqas berdêl werin dayîn jî ew ji daxwaza xweseriya Şengalê nayên xwarê û bang li hemû civaka Êzidî kir ku li dijî êrîşan bibin yek.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê jî hate kirin ku ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê.

Li gorî daxuyaniya MXDŞ’ê navên kesên di êrîşa li ser nexweşxaneya Sikêniyê de şehîd bûne ev in;

Hemîd Sedûn

Xidir Şeref

Ramî Hmad Hirdan

Meytem Xidir Xelef

Elî Reşo Xidir

Sedo Îlyas Reşo

Hecî Xidir

Muhlise Sîdar

Back to top button