HPG’ê li ser berxwedanî û çalakiyên gêrîla dauyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku 25’ê Tebaxê, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl gêrîlayan derbên giran li dagirkeran dane.
Li gorî daguyaniyê, di çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.
Her wiha derbe li gelek çeperên dagirkeran hatiye xistin.
HPG’ê ragihand ku ev çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hat lidarxistin.
Li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê weha got:
“23 û 25’ê Tebaxê herêma Xakurkê 7 caran û herêma Rojavayê Zapê jî carekî bi balafirên şer hatin bombekirin.
Her wiha dagirkeran gelek caran qadên gêrîla bombardiman kirin.
Gerîlayên azadiyê li Zap û Metînayê 3 leşkerên dagirker ceza kirin