Şerê li herêmên Parastina Medyayê a li dijî dagirkeriya Tirk bi berxwendaiya gerîlayan dewam dike.
Li Zap û Metînayê di çalakiyên gerîlayan de 3 leşkerên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeper û kepçeyekê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir li herêma Zapê hêzên wan bi çekên giran derb li kepçeyekê dagirkeran xistin ku hewl dida çeperên gerîlayan hilweşîne û got:
Kepçeya ku derb xwar û dagirkerên li qadê bi çalakiyê re rawestiyan.
Bi domdarî HPG’ê ragihand ku li dijî dagirkerên li herêma Zap û Metînayê jî gerîlayan çalakî li dar xistin
Li gorî vê di çalakiyên gerîlayan ên di navbera 24-25’ê Tebaxê de li herêmên navborî 3 leşkerên dagirker hatine cezakirin.
Têkildarî êrişên dagirkeriyê jî HGP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku qadên berxwedanê bi dehana caran bi topan hatine bombekirin.