NY: Şerê li Sûdanê, welat wêran dike

Şerê deshilatê yê li Sûdanê, welat ber bi kendalekê ve dibe.
NY ji bo vê yekê daxuyaniyek belav kir û bal kişand li ser rewşa metirsîdar.
NY got: Şerê li Sûdanê welat ber bi wêrankirinek mezin ve dibe.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY yê ji bo Karûbarên Însanî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths li ser rewşa Sûdanê daxuyaniyek belav kir.

Martin Griffiths da zanîn ku şerê li Sûdanê ê di navbera artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez de bi giranî bû sedema rewşa awarte ya mirovî û got:

“Ev rewşa şer ya ku bi lez belav dibe, birçîbûn, nexweşî û wêraniya welêt bi xwe re tîne.”

Griffiths destnîşan kir ku ew ji ewlehiya sivîlan pir bi fikare û got:

“Pevçûn çiqas dirêj bidome, bandora wê ya wêrankirinê zêdetir dibe.

Li hin deveran xwarin qediyaye.

Bi sed hezaran zarok di rewşeke nebaş de ne.

Ev rewşa mirovî xirabtir dike.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji ber şerê heyî bandora nexwaşiyan jî di nava civakê de zêde bûye û wiha hate gotin:

“Li gelemperiya welêt îmkanên dermankirina nexwaşan nayê dîtin.

Sektora tenduristiyê xera bûye û gelek nexweşxane nayên karanîn.”

Ji 15’ê Nîsanê ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de dewam dike.

Martin Griffiths têkîldarî vê mijarê diyar kir ku şerê dikare tevahiya herêmê bixe nav karesateke mirovî.

Li gorî daneyan herî dawî ji ber şerê li welêt bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne û nêzî milyonek jî koçberî welatên cîran bûne.

Şerê li Sûdanê bi dijwarî didome

Back to top button