Partiya Çep a Kesk bi nêzîkbûna dema hilbijartinan li her derê xebatê dike.
Ji namzetên parlamenteriya partiyê yên Erzîromê û Colemêrgê axivîn û gotin:
”Ev 20 sal in desthilatdariya heyî zilmê dike û her qada jiyanê tengav kiriye.
Ev hilbijartin dîrokî ye, gel wê gotina dawî bibêje.
Ji bo em van mafên xwe bi dest bixin em ê her derê bikin qada berxwedanê.”
Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Erzîromê ji Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş derbarê hilbijartinan de axivî.
Meral Daniş Beştaş got: ”Beriya her tiştî desthilatdariyek heye ku 20 sal in vî karî dike, her qada jiyanê tengav kiriye. Welat bi temamî kir enqazek.”
Beştaş ragihand ku li hemberî vê desthilatdariyê hêrseke mezin heye û got: ”Ji bo vê sedemê hilbijartin dîrokî ye, gel wê gotina dawî bibêje.”
Beştaş işaret bi girîngiya wê yekê kir ku Partiya Çep a Kesk bi xurtî bikeve meclîsê û destnîşan kir ku ji bo wan a herî girîng hilbijartinên meclîsê ye.
“Em hewl didin di asta herî berfireh de temsîliyetê bikin. Hem li bajarên Kurdan hem jî li her herêmeke Tirkiyeyê.
Çima? Ji ber ku em jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê, şert û mercên wekhev û azad diparêzin.
100-120 wekîlên ku em bi dest bixin wê gelekî girîng bin. Ji ber ku desthilatdarî wê bikeve, bihele, parçe bibe; ya ku wan bi hev ve girê dide rant e.”
Ramazan Yavûz: Em ê 15’ê Gulanê li ser sibehek bedew hişyar bibin
Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çep a Kesk Ramazan Yavûz derbarê heman mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:
Vekirina buroyên hilbijartinê yên li Stenbolê mîna mîtîngan derbas dibin. Di pêvajoya hilbijartinê de em plan dikin li Stenbolê mîtîngeke mezin lidar bixin.
Em timî dibêjin, Stenbolê bajarê herî mezin e. Lewma armanca me ew e ku li Stenbolê 20 wekîlan bi dest bixin, dengê xwe bi rêjeya ji sedî sed zêde bikin.
Weke Partiya Çep a Kesk em dixwazin di 15’ê Gulanê de li sibeheke bedew hişyar bibin.”
Oznûr Bartin: Ji bo bidestxistina maf em ê li ber xwe bidin
Namzeta Parlamenteriyê ya Colemêrgê ya Partiya Çep a Kesk Oznûr Bartin jî derbarê mijarê de got:
“Em di demeke welê de ne ku zilmeke giran li gelê Kurd tê kirin. Gelê Kurd îro xwedî mafê welatiya wekhev nîne.
Tevî ku nifûsa me bi milyonan kes e, em nayên qebûlkirin. Ziman, çand, îradeya me nayê naskirin.
Ji bo em van mafên xwe bi dest bixin em ê her derê bikin qada berxwedanê.”



