Cuma Kerîm: Em helwesta PDK’ê şermezar dikin

Endamê Desteya Hevserokatiya Tevgea Azadî Cuma Kerîm, Parêzer Sebah Marûf û Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Serko Gelalî êrişa dewleta Tirk a li dijî Silêmaniyê şermezar kirin. Kesayetan balkişandin ser helwesta PDK’ê ya li hember êrişê û gotin: ”PDK’ê bûye hevkarê dewleta Tirk.”

Li dijî êrişa dewleta Tirk a li dijî Silêmaniyê bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Di vê derbarê de endamê Desteya Hevserokatiya Tevgea Azadî Cuma Kerîm axivî.

Cuma Kerîm êrişa dewleta Tirk a li ser balefirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got:

“Ev êrişeke raste rast li ser asîmanê Iraqê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Ji berku balefirgeh girêdayî sîstema asîmanî ya Iraqê ye.”

Derbarê bêhelwestiya PDK’ê ya li beramberî êrişê jî Cuma Kerîm ev tişt anî ziman:

“Cihê xemgîniyê ye aliyek siyasî li Başûrê Kurdistanê hevkariya dijmin dike.

Ewlehiya Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên kesî û binemalî têk dibe.

Em helwesta vî aliyê siyasî şermezar dikin.”

Sebah Marûf êrişa Silêmaniyê şermezar kir

Parêzer Sebah Marûf jî li ser heman mijarê axivî û êriş şermezar kir û got:

“Di meha Gulanê de li Tirkiye hilbijartin dê pêk were.

Ji bo wî jî rewşa Erdogan bûye sedema pirsgirêkan ji bo hemû welatên derdorê û rewş xirab kiriye.

Dixwaze pirsgirêkên nava Tirkiye bibe derveyî Tirkiyeyê. Ev êriş jî parçeyek ji vê siyasetê ye.”

Serok Gelalî: PDK’ê bûye hevkarê Tirkiyê

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Serko Gelalî jî derbarê mijarê de ji RONJNEWS’ê axivî.

Serko Gelalî helwesta PDK’ê ya li hember êrişê cihê şermezariyê ye.

”Ev êriş dijî hemû prensîbên navnetewî, yasa û serweriya Iraqê ye.

Em li bendê bûn ku Hikumeta Başûr di asta hemû Kurdistanê de ba.

Lê mixabin niha bûye hevkarê dewleta dagirker a Tirkiyeyê.

Daxuyaniya berdevkê hikumetê bi temamî cihê şermezariyê ye û xeta netewî xist bin pirsyarê.

Em ne li bendê bûn ku PDK ji bo şehîdxistina rêveberek Kurd çavê xwe ji dijmin re bigre.

Ev yek cihê şermezariyeye û ji bo dîroka PDK’ê jî şermek mezine.”

Back to top button