Burhan Şêx Reûf: êrişa Silêmaniyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Şêwirmendê Ragihandina YNK’ê Burhan Şêx Reûf ji bo êrişa Silêmaniyê got:
”Êrişa dewleta Tirk li dijî Silêmaniyê binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Ji bo pêşî li van êrişan bigire dibê hikumeta Iraqê, di astên bilind de tedbîran bigire.”
Burhan Şêx Reûf anî ziman ku êriş wê bandorê li pişgiriya wan a bi Rojava re neke.

Şêwirmendê Ragihandina YNK’ê Burhan Şêx Reûf derbarê êrişa Silêmaniyê de ji ANHA’yê re axivî.

Burhan Şêx Reûf anî ziman ku êrişa li dijî balafirgehê binpêkirina serweriya Iraqê û Başûr e û got:

”Iraq dewletek serbixwe û endama Neteweyên Yekbûyî ye.

Di heman demê de balafirgeha Silêmaniyê, balafirgehek fermî ya sivîla ye.

Mafê dewleta Tirk tune ku diyar bike dê kî biçe û were Silêmaniyê.

Ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Burhan Şêx Reûf: Em helwesta PDK’ê red dikin

Reûf balkişand ser helwesta PDK’ê ya li hember êrişê û ev tişt anî ziman:

”PDK êriş şermezar kir, lê bi rengekî ku Tirkiyeyê razî bike.

Wê ji bo êrişa Tirkiyeyê ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê sedem nîşan dan.

Û da diyarkirin ku mafê Tirkiyeyê heye li bajar û balafirgeha Silêmaniyê bide.

Ev yek li ser zimanê berdevkê hikumeta Hewlêrê ya têkildarî êrişê hat îfadekirin.

YNK’ê vê daxuyaniya PDK’ê red dike.

Me berê jî got, niha jî em dibêjin ew hikumeta Başûrê Kurdistanê temsîl nakin.”

Reûf: Êriş bandorê li piştgiriya me a bi Rojava re nake

Burhan Şêx Reûf piştrast kir ku êrişa Tirkiyê wê bandorê li pişgiriya wan a bi Rojava re neke.

”Destdirêjiya li Silêmaniyê, destdirêjiya li tevahî Kurdan û bajarên Kurdistanê ye.

Ev sûc û êrişa Tirkiyê wê bandorê li pişgiriya me ya bi doza adil a Rojavayê Kurdistanê re neke.

YNK xwe wekî nûnerê tevahî Kurdên Iraqê dihesibîne.

Zextên Tirkiyeyê û yên tu hêzên din dê bandorê nekin.

YNK dê xeta xwe ya neteweyî ya ku serok Mam Celal xêz kiriye, berdewam bike.”

”Divê hikûmeta Iraqê di astên bilind de tedbîran bigire”

Şêwirmendê Ragihandinê yê YNK’ê Burhan Şêx Reûf wiha axaftina xwe bi dawî kir:

”Divê hikumeta Iraqê, di astên bilind de tedbîrên qanûnî, siyasî û dîplomatîk bigire.

Wê bi vî rengî pêşî li vê dijminahî û êrişa hovane ya Tirkiyeyê ya li dijî serweriya Iraqê bigire.”

 

Back to top button