Amerîka: Em hazirin ji bo peymana START 3 bi Rûsyaê re li hev bikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ew ji bo çereserkirina pirsgirêkên Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk- START 3 ya bi Rusyayê re, amade ne.

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayî roja duşemê teqez kir ku NY amade ye ji bo lihevkirina bi Rusyayê re li ser xalên peymana Start 3 û diyar kir ku welatî wî hemû mercên peymanê bi cih anîne.

Li aliyekî din Serokê berê yê beşê peymanên navdewletî yê berevaniya Rûsî ” Îfxînî Bozînskî” diyar kir ji ber di peymanê de çawaniya bikaranîna çekên nûklerî nehatiye diyarkirin, pirsgirêk derdikevin.

Peymana start di 5 sibata 2011’an de di navbera Rusya û Amerîka de hat îmezkirin, ev peyman sînordarkirina çekên stratejîk mîna yên nûklerî armanc dike.

Back to top button