Çalakiya gerava birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 31’ê de ye.
Serokê berê yê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Francîs Wûrtz serdana çalakgeran kir.
Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li 6 welatên Ewropayê ciwan daketin qadan.
Gerava birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li bajarê Strasborgê yê Fransayê di roja 31’ê de didome.
Serokê berê yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) Francîs Wûrtz serdana çalakgerên li Strasborgê kir.
Wûrtz di serdanê de axivî û diyar kir ku, ew piştgiriya çalakgeran dike û divê tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe.
ÇalakgerYuksel Koç jî li ser mijarê ev tişt got;
Em Kurd, bi salan e ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan li dar dixin, dimeşin û xwepêşandanan pêk tînin, lê belê saziyên CPT û Konseya Ewropayê bêdeng in.
Heta ku em bigihêjin armanca xwe, em ê çalakiyên xwe bidomînin.
CIWAN LI 6 WELATÊN EWROPAYÊ DAKETIN QADAN
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û di nav de ciwanên enternasyonalîst li 6 welatên Ewropayê daketin qadan û tecrîd şermezar kirin.
Li bajarê Bonnê, Bochûmê, Dûîsbûrg, Belefeld ên Almanya, li bajarê Marsîlya û Bordeaûx ê Fransayê ciwanan çalakiyên cuda li dar xistin.
Di çalakiyan de berxwedêrên geravên birçîbûnê hatin silavkirin.
Ciwanan gotin;
Heta tecrîd bê şikandin ew ê çalakiyên xwe mezin bikin.
Her wiha ciwanan belavok jî derbarê çalakiyên geravên birçîbûnê de belav kirin.