Li Başûrê Kurdistanê 5 kes bi vîrûê ketin

Wezareta Tendursitiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku 5 kes bi vîrûsa Coronayê ketine. Li Iraqê jî di nava 24 saetên dawî de 31 kes bi vîrûsê ketine. Her wiha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hezar û 168 kes bi Coronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de li parêzgeha Duhokê 2 kes, li Hewlêrê 1 û li Silêmaniyê jî 2 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Her wiha li gorî daneyên Wezaretê, li giştî Başûrê Kurdistanê, 5 kes ji vîrûsa Coronayê baş bûne.

Li gorî wezaretê, heta niha 344 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 317 jî baş bûne û 23 kes di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Li seranserî Iraqê 31 kes bi Coronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî da xuyakirin ku di nava 24 saetên dawî de, 31 kes li seranserî welêt bi Coronayê ketine.

Bi vê yekê, jimara giştî pêketiyan gihîşt hezar û 708’an, 86 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar 204 jî baş bûne.

Li Îran û Rojhilatê kurdistanê, hezar û 168 kes bi vîrûsê ketine

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hezar û 168 kes di nava 24 saetên borî de bi vîrûsê ketine û 93 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi vê yekê heta niha, jimara giştî ya pêketiyan bû 88 hezar û 194 kes, 5 hezar û 574 jî mirine û 66 hezar û 596 kes jê baş bûne.

Back to top button