Berfîn Denîz: Berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e

Ji fermandarên HPJ’ê Berfîn Denîz destnîşan kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e. Berfîn dibêje em jî dikarin xwe li gorî van tecrûbeyan bi rêxistin bikin.”

Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinê (HPJ) Berfîn Denîz, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê nirxand.

Berfîn Denîz diyar kir ku dewleta Tirk dema dawî bi hemû hêz û teknîka xwe êrişî tevgera azadiyê dike.

Berfîn destnîşan kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li hemberî van êrişan bi rengekî bêhempa li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û siyaseta pelçiqandinê têk dibin.

Berfîn Denîz: Vê berxwedanê nîşan da ku yên Kurdistanê diparêzin hêzên gerîla ne

Ji fermandarên HPJ’ê Berfîn anî ziman ku berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn berxwedaneke dîrokî ye.

Berfîn Denîz: Çavkaniya me ya sûdwergirtinê berxwedana Rêber Apo ye

Berfîn Denîz bi lêv kir ku ev berxwedan wan li ser piyan dihêle, dibe çavkaniya sûdwergirtinê ku rastiya dijmin fêhm bike û li gorî wê li ber xwe bide.

Ji fermandarên HPJ’ê Berfîn Denîz herî dawî anî ziman ku ew xwe dispêrin berxwedana li Îmraliyê ya Rêber Abdullah Ocalan û bi sûdwergirtina ji vê berxwedanê xwê ji bo têkoşînê xirtir dikin.

Back to top button