QSD: Berxwedan Amed li Girê Sipî çalakiya fedayî kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanekî QSD li Girê Spî çalakiya fedaî kiriye.
QSD da zanîn ku nasnameya şervanê QSD Berxwedan Amed e û got, “Emê li ser şopa wî bimeşîn.”

QSD bi daxuyaniyekê diyarkir ku şervanê QSD Yunîs Mihemed, bi nasnav Berxwedan Amed li dijî dagirkeriya artêşa Tirk li gundê Mişrafa yê Girê Spî, ji bo êrîşên çeteyên artêşa Tirk bişkîne çalakiyeke fedayî pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê çalakiya fedaî 22’ê Cotmehê pêk hatiye û zêdetirî 20 çete hatin kuştin.

QSD ji daxuyaniyê de ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û weha got:

“Berxwedan bi çalakiya xwe ji her kes re diyar kir ku vîna xurt çeka herî bi hêz a li hember dagirkeriyê ye. Em soza xwe nû dikin ku em ê li ser mîrasên şehîdan pêşerojeke azad ava bikin”

Nasnameya şehîd wiha ye:

YÛNIS MIHEMED
BERXWEDAN AMED
22 COTMEH 2019 – GIRÊ SPÎ

Leave a Reply

Back to top button