Li Kampa Holê 5 jin û 18 zarokên DAIŞ’î hewl dan birevin

Piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kampa Holê, hewldanên revê yên jinên DAIŞ’î zêde dibin.
Herî dawî 5 jin û 18 zarokên ku hewl dan ji kampê birevin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Kampa Holê cakê din jinên DAIŞ ‘ê yên biyanî doh bi şev hewl dane birevin.

Berpirsên ewlehiyê yên di kampê dan zanîn tevî Elman, Tirk û Ozbek 5 jin û 18 zarok hewl dane di dîwarê kampê de rê vekin û ber bi sînorê Iraqê ve biçin, lê pêşî li vê girtine.

20`ê Cotmehê jî hewldanên 32 jinên DAIŞ’î ku dixwestin ji kampê birevin, hatibû astengkirin.

Her weha 19`ê Cotmehê jî 14 jinên DAIŞ`ê û tevî 21 zarokên çeteyên DAIŞ`î yên ji dewletên cûda hewl dabûn ku birevin.

Leave a Reply

Back to top button