YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe eşker kir

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke YPJ’ê ku li gundê Çelebî şehîd ketibû eşkere kir.
YJP da zanîn ku şervana YPJ Azîze Celal, bi nasnav Amara Rênas, di 21’ê Cotmehê de şehît bûye û rastî kirinên hovanê yên çeteyên dewleta Tirk hatiye.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk û çeteyên wî tevî agirbesta heyî, bi çekên giran êrişî şervanên YPG û YPJ’ê dikin.

Şervanên me jî di çerçaveya mafê xwe parastinê de bersiv didin artêşa Tirk û çeteyên wê.

21’ê Cotmehê Artêşa Tirk û çeteyên wî êrîşî gundê Çelbê yê Kobanê kirin.

Şervana me Amara di çerçaveya mafê xwe parastinê de bersiv da artêşa Tirk û çeteyên wê.

Hevrêya me Amara û komek hevrêyên me heya kêliya dawî li ber xwe didin.

Piştî berxwedanek mezin li dijî êrîşên artêşa Tirk hevala me amara şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye,

AZIZE CELAL
AMARA RÊNAS
21 COTMEH 2019 – KOBANÊ

 

Leave a Reply

Back to top button