Çete rê nadin ku alîkarî derbasî Cindirêsê bibe

Erdheja ku navenda wê li Tirkiyê bû, bandora wê li Sûriyê jî kir.Gelek deverên Sûriyê ji ber erdhejê zererên pir mezin dîtin. Bi sedan avahî hatin xwarê û bi hezaran kes di bin kavilan de. Dewleta Tirk û çeteyên xwe rê nadin ku alîkariyên mirovî derbasî Cidirêsê bibin Her wiha erdhejê bandor li Bendava Meydanikê jî kir û îhtîmaleke mezin e ku bendav hilweşe.

Ev dever berê bi talan û dagirkriya dewleta Tirk re rûbirû hatibû hiştin.

Bandora erdhejê jî hişt ku bi dehan mal bi ser niştecihên wê ve bên xwarê.

Ev dernavçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û ji roja erdhej çêbûn û heta niha destek nayê dayîn ku mirov ji bin kavilan bên derxistin.

Li Cindirêsê bi sedan avahî hatin xwarê û bi hezaran kes hê di bin kavilan de li hêviya alîkariyê ne.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku berê her tişt li Efrînê talan û wêran kirin, niha tiştek tune ku ev kavil pê bên rakirin.

Çeteyan rêyên sereke bi komên axê û bermahiyên avahiyên ku hatin xwarê girtin û Cindirês bi qedera wê re hatiye hiştin..

Hin çeteyan jî bi vê kerasetê re dest bi dizî û talankirina avahiyên ku xelkê wê jê derketine kirin.

Xelkê Cindirêsê niha bi tenê hatine hiştin û tu aliyek jî deng ji xwe nayne û rê li van sûcên hov nagire.

Xelk li benda alîkariyê ye.

Rêveberiya Xweser ku ji duh ve li ber deriyê Minbicê alîkariyê amade kiriye da ku derbasî van herêman bike, rê lê hatiye girtin.

Xeterî heye ku bendava meydankê ya Efrînê hilweşe

Li aliyekî din, Bendava Meydanikê ya navçeya Şera ku ji erdhejê zirar dîtiiye, di xeteriya hilweşandinê de ye.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê bendav rastî şikestineke mezin hatiye û dibe di demên pêş de hilweşe.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan gund li derdora vê bendavê hene û eger hilweşe, wê keraseteke mezintir li gundên derûdûrê bibe.

Back to top button