HPG: Li herêma Heftenînê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftenînê çalakiyek li dijî dewleta Tirk a dagirker lidar xist. Di çalakiyê de hemû çeper hatin rûxandin û 8 leşker hatin kuşin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê çalakiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

3 Nîsanê gerîlayên YJA Starê li dijî artêşa dagirker ya li Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin.

8 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha çeper bi temamî hatin rûxandin.

4’ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa Tirk devera Geliyê Pisaxa ya herêma Heftenînê bombe kir.

HPG’ê ragihand ku di vê bombebaranê de ti ziyan negihiştine hêzên wan.

Back to top button