Dewleta Tirk piştgirya bi Wîfaqê re didomîne

Şerê li Lîbyayê navbera Artêşa Niştimanî û Hikûmeta Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digire, dewam dike.

Îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê odeya operasyonê ya çekdarên hikûmeta Wîfaqê li bajarê Mesratayê bombebaran kir.

Artêşa Niştimanî duh jî serçeteyê Feyleqa Duyemîn a dewleta Tirk di operasyoneke leşkerî kuşt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî îro ragihand ku di şerên dawî yên li Lîbyayê de 11 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Çavdêriyê teqez kir ku hejmara çeteyên Sûrî ku bi riya Tirkiyê gihane Lîbyayê derdora 8 hezar û 500 ye û ji wan 279 hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina “Sûrî ji bo Rastî û Edaletê” raporek belav kir û destnîşan kir ku Tirkiyê ji hejariya gelê Sûriyê sûdê digire û wan dişîne Lîbyayê.

Wezareta Derve ya Lîbyayê ku girêdayî Artêşa Niştimanî ye bang li civaka navdewltî kir ku destwerdana nerawa ya Tirkiyê li Lîbyayê şermezar bikin.

Back to top button