Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker ku îro erebeyek li ser rêya navçeya Terbespiyê ya Qamişloyê şermezar kir û daxuyaniyek da..
PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di roja gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna “Akîtu” li gelên Suryanî-Asûrî-Kildanî pîroz dikirin de faşîzma Tirk dixwaze hemû sembolên dîrokî û netewî yên gelên Rojhilata Navîn, yekîtî û hevgirtina gelan bike hedef û wiha daxuyanî dewam kir;
Îro danê sibê li ser rêya navdewletî ya navçeya Terbespiyê ya kantona Qamişlo, balafirek bê mirov ya dewleta Tirk erebeyek ya Hêzên Erka Xweparastinê kir hedef..
Di encama vê êrişê de Şervanek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
Ev hovîtiya dewleta Tirk bi bêdengiya dewletên garantor û aktîf ên li Sûriyeyê de berdewam dike.
Sûcên faşîzma Tirk û nefreta wê ya li dijî gel û pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike.



