Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê îşkence li 2 zarokan kir.
Ehmed Salih (16) û Mehmûd Salih Meter (17) dema ku hewl didan derbasî bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatin girtin û îşkence kirin.
Her wiha her du zarokên ku ji Hesekê ne rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li navçeya Dirbêsiyê.
Ehmed Salih ji dest û lingê xwe yê çepê û Mihemed Salih Meter jî di her du lingên xwe, destê çepê birîndar bû.
Ehmed Salih da zanîn ku 8 leşkerên Tirk zêdetirî 3 saetan bi kêr û alavên hesinî li wan daye.
Ehmed Salih da zanîn piştî ku îşkence li wan kirin, leşkerên Tirk ew avêtin aliyê Sûriyê.