Hêzên Rûsya bi temamî dor li bajarê Severodonetsk girtin

Li Rojhilatê Ukraynayê, şerê di navbera artêşa Rûsya û hêzên Ukraynî de dijwar e.
Hemû pirên li derdora bajarê Severodonetskê ji aliyê hêzên Rûs ve hatin rûxandin û êdî ketina vî bajarî nêz xuya dike.
Rayedarên herêmê eşkere kirin ku vê gavê ji sedî 80’ê bajêr ketine bin kontorla artêşa Rûsyayê.
Serokê Ukraynayê Zelensky şerê li herêmê bi kambax binav kir.

Ji dawiya meha Sibatê ve, şerê li Ukraynayê dewam dike û hefteyên dawî ev şer li rojhilatê welat belav bûye.

Bi taybet jî li herêma Luhansk.

Artêşa Rûs hewl dide bajarê Severodonetsk bi temamî kontrol bike.

Hat ragihandin ku pirên derdora bajêr hatina rûxandin û bi vî awayî pêwedî bi derve re qût bûye..

Waliyê herêma Luhansk ragihand ku êdî pir zore alîkarî bighêje bajarê Severodonetsk û ne pêkane ku sivîlên li wir bêne rizgarkirin.

Zelensky: Rewşa li rojhilatî welat kambax e

Li gorî daxuyaniya walî, vê gavê ji sedî 80 bajêr ketiye bin kontrola hêzên Rûs.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî diyar kir ku heta niha ji ber şerê li wê herêmê gelek kes hatine kuştin û rewş weke kambax binav kir.

Berdevkê hêzên artêşa Rûs li herêmê Eduard Baûrîn bang li leşkerên Ukraynayê kir da ku xwe teslîm bikin.

Di vê navberê de Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov îdîa kir ku armanc ji tevgera leşkerî ya li Donetsk û Luhansk, parastina serxwbûna wan e.

Rayedarên Ukraynayê: Ji ber xemsariya hêzên rojavayî, em nikarin bajarên xwe biparêzin

Li hemberî rewşa giran a şer, rayedarên Ukrayanayê gilî û gazincên xwe ji hêzên Rojavayê kirin û gotin;

Soz dan ku ew ê alîkariya çekan bi me re bikin. Lê ev yek pêk nehatiye.

Ji ber vê yekê, em nikarin bajarên xwe biparêzin.

Back to top button