“Ji ber êrişa artêşa Rûsya agir bi kargeheke madeyên kîmyewî ket”

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku ji ber êrişa artêşa Rûsyayê li herêma Severodonetsk agir bi kargeha madeyên kîmyewî ket.
Wezareta Parastinê ya Rûsya jî îdîa kir ku wan ambareke mezin a çekên Amerîkî û Ewûpî rûxandine.
Li aliyên din Ukraynayê eşkere kir ku ji 24 Sibatê ve 10 hezar leşkerên wan hatine kuştin.

Bi rojane li Rojhilatê Ukraynayê şer dijwar e.

Bi taybet li derdora bajarê Severodonetsk.

Serokê Ukraynayê ragihand ku vê gavê li nava bajêr şerê kolanan destpêkiriye.

Artêşa Rûsyayê jî hem ji ezman û hem jî ji bejahî navberê nade êrişan.

Rayedarên herêmê ragihandin ku ji ber topbarana artêşa Rûsyayê, agir bi kargeha madeyên kîmyewî ketiye.

Heman çavkanikyan diyar kir ku li vê kargehê bi sedan sivîl hene.

Artêşa Rûs hewl dide herêma donbasê kontrol bike

Li aliyê din piştî hewldana kontrokirina paytext Kiev û bajarên mezin biserneket, artêşa Rûsyayê niha hêza xwe li dijî herêma Donbasê bikar tîne.

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdîa kir ku wan li herêma Ternopîlê, ambareke mezin a çekên Amerîkî û Ewrûpî rûxandine.

Ajansa Interfaxê jî li ser zimanê wezareta Rûs ragihand ku li nêzî bajarên Donetsk û Xarkîvê 3 balafirên şer ên Ukraynayê hatine xistin.

“Ji 24 Sibatê ve 10 hezar leşkerên Ukraynî hatine kuştin”

Daneyên fermî yên ji aliyê rayedaran ve têne parvekirin nîşaneya dijwariya şer e.

Şêwermendê serokê Ukraynayê eşkere kir ku ji 24’ê Sibatê ve 10 hezar leşkerên wan di şer de hatine kuştin.

Li gorî îdîayên şêwermendê Zelensky, hejmara kuştiyên leşkerên Rûs ji yên wan zêdetir e.

Wezîrê Parastinê Oleksiy Reznikov jî gotibû, rojan hejmara kuştiyên wan ji 100 derbas dibe.

Back to top button