Li Sûriyê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 700 derbas kir

Bîlançoya qurbaniyên ji ber erdhejê li Sûriyeyê zêdetir dibe.
Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 773 kes derbas kiriyetomar kirine.

Li bajar û deverên Sûriyê jî heta niha bi hezaran kes di bin kavilan de ne…

Lêgerîn di nava kavil û malên hilweşiyayî de dewam e û bi dehhezaran kes niha bê cih û wan in..

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku li hemû xaka Sûriyê di encama erdhejê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane heta niha 3 hezar 773 û ya birîndaran jî 4 hezar derbas kiriye
.
Çavdêriyê destnîşan kir ku hezar û 653 kes ji wan li herêmên Hikûmeta Şamê ne û 2 hezar û120 kes li herêmên di bin dagirkeriya deweleta Tirk û çeteyê wê de ne.

Ev hejmar jî 375 welatiyên ji herêmên cuda yên Sûriyê ku li Tirkiyê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, nagire nav xwe.

Bi derfetên kêm, lêgerîn di nava kavil û malên hilweşiyayî de dewam e.

“Li Sûriyê 3508 kesî jiyana xwe ji dest daye”

Back to top button