“Li Sûriyê 3508 kesî jiyana xwe ji dest daye”

Bandora erdheja Bakurê Kurdistanê gihaşt tevahiya Sûriyê ..
Bîlançoya qurbaniyênn li Sûriyeyê zêdetir dibe.
Heta niha çavdêriya Sûrî 3508 kes tomar kirine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 100 bajar, bajarok û navçeyan ziyan dîtine ..

Li tevahiya herêmên Sûriyê 3508 kesî heta niha jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî di bin kavilan de ne.

Çavdêriyê destnîşan kir ku hezar û 910 ji wan li herêmên Hikûmeta Şamê ne.

Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî da.

Her wekî li herêmên Rêveberiya Xweser jî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tevlî kêmderfetiyan jî heta niha lêgerîn di nava kavil û malên hilweşiyayî de berdewam e.

Back to top button