KCK’ê: heta nih 13 car çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bi dehan gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûne

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku hikûmeta başûr li dijî dagirkeriya Tirk dewsa ku piştgirî bide helwesta nîştîmanî ya gel, hewildide dagirkeriya Tirkiyê rewa bike, gel ji helwesta neteweyî sar bike.

KCK’ê dazanîn heta niha dewleta Tirk li dijî gerîla 13 caran çekên kîmyewî bikaraniye û di encamê de jî bi dehan gerîla şehîd bûne.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrîş û hewildanên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê kurdistanê û helwesta PDK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê li dijî hewildanên dagirkeriya Tirk helwesta PDK’ê rexne kir û got:

“Şeva 23’yê Nîsana 2021’ê dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê dest tevgereke mezin a dagirkeriyê kir.

Artêşa dagirker di vê dagirkeriya xwe ya nemirovî û hovene de, ti yasa û hiqûqa navneteweyî li ber çav nagire.

Artêşa Tirk a dagiker li ber çavê hemû cîhanê ji bo têkibirina vê berxwedanê heta niha li dijî gerîla 13 caran çekên kîmyewî bikaraniye û di encamê de jî bi dehan gerîla şehîd bûne”

KCK”ê bi bîrxist ku di encama vê tevgerê de bi dehan gund hatine valakirin, bi hezaran zevî û deverên çandiniyê,dar û daristan hatine şewitandin û talankirin.

Li hember vê dagirkeriya hovane KCK’ê diyar kir ku erk dikev li ser hemû beşên siyasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê, dîsa hêzên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê.

 KCK’ê: PDK dagirkeriya Tirkiyê ya li Başûr rewa dike

KCK’ê li ser helwesta PDK, rêveberiya başûr û Bexdayê jî wiha got:

“Cihê xemginiyê ye ku PDK ji dagirkeriya herêmê PKK’ê sûcdar dike, û dagirkeriya Tirk rewa dike.

Li şûna li dijî dagirkeriyê derkevin tenê ketine nava hewildanên darbirîn û talankirina daran bikin rojev.

Encamên van bûyerên şermane yên PDK’ê tenê zêdetir derfet dide Tirkiye ku xaka Başûrê Kurdistan û Iraq dagir bike ye.

Dagirkerî tê wateya şewitandina hemû dar û bax û baçxeyên welatiyan.

Biakranîna çekên kîmyewî, tê wateya talankirina hemû dewlemendiyên ser erd û binerd a welat, tê wateya dizîna hemû mîrateyê çand û dîrokî.”

KCK’ê: Divê gelê me bi hev re çawa li dijî DAIŞ’ê rabûn li dijî dagirkeriya Tirk jî rabin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê balkişand li ser helwesta gel a li dijî dagirkeriyê û wiha dewam kir:

“Helwest û çalakiyên gelê nîştîmanperwer, kesayetên siyasî, olî, rewşenbîr li seranserî cîhanê û Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê cihê rêzê ye.

Lê ji bo dawî li dagirkeriyê bê helwest û çalakiyên mezinpêwîs te.”

KCK’ê herî dawî bang li hemû beşên civaka kurd kir çawa li dijî çeteyên DAIŞ’ê rabûn li ser piyan li dijî vê jenosîda Tirkiyê jî bisekinin.

Back to top button