Li Efxanistanê, di du teqînên li peyatext Kabûlê de 12 kes mirin-HAT NÛKIRIN

Bi vekişîna hêzên navneteweyî re, êrişên li Efganistanê zêde bûn.
Di rêzeteqînên li pey hev ku paytexta Efxanistan Kabûl hejand de, 12 kes mirin û 12 ji birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Hindirîn yê Efxanistanê Hemîd Ruşan di daxuyaniya çapemeniya dawî de ragihand ku li herêma Sar-î Karîz û Golai Dawahane yên Kabîlê li pey hev rêzeteqîn pêk hatine.

Li gorî agahiyên despêkê 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha ti aliyekê berpirsyariya teqînê li xwe negirtye.

Bi vekişîna hêzên DYA û NATO ya ji Efxanistanê re, aloziya li welat zêdetir bûye.

Tevgera Talîban jî dixwaze cihên stratejîk kontrol bike.

Back to top button