Şandeyeke KNK’ê duh bi 5 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re li ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk civiya.
Şandeya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê bi koma Tevgera Goran, YNK, Yekgirtû, Komel û Nifşê Nû re di çarçoveya dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Kurdistanê re civiya.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ji RojNews’ê re da zanîn ” Di civînê de hat xuyakirin di nava parlementoyê de hewldan hene ku li ser mijara dagirkeriyê rawestin û bi rola xwe rabin.”
Zeyneb Murad anî ziman ” Hin alî hewl didin tenê mijara birîna daran derxin pêş, tevî ku tê zanîn ev bûyer tenê parçeyek ji mijara giştî ya dagirkeriyê ye.”
Dawiyê, Hevseroka KNK’ê got “Pêwîst e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke rasteqîn hebe û parlemento li ser asta navnetewî li dijî dagirkeriyê rabe.”