Rêveberiya Xweserpêngava komkirina alîkariyê da destpêkirin-HAT NÛKIRIN

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kampaniya alîkariyan a “bi hevre ji bo mirovahiyê” da destpêkirin..
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî banga tevêlêbûna kampanyayên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê kir.
Her wiha xwest ku hemû rê û deriyên sînor werin vekirin.

Îro li Qamişlo Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuiyanekê despêkirina pêngava “bi hevre ji bo mirovahiyê” ragihand.

Rêveberiyê eşkere kir ku li hemû navçeyên herêma cizîrê kon hatine vedan.

Her wiha bang li gelê herêmê kir ku bi qurbanên erdhejê re bibin alîkar.

Hat eşkerekirin ku Pêngav îro dest pê dike û heta 20 mehê wê dewam bike..

Rêveberiya Xweser banga tevlîbûna kampanyaya alîkariyê kir

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid di daxuyaniyê de got:

Bûyera erdhejê hevgirtin û yekdestiya tevahî gelên cîhanê dixwaze.

Pêwîste em alîkarî û destekê pêşkêş bikin. Ev yek erkeke mirovî û exlaqî ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li cîhanê û hemû kesên ku dikarin destekê bidin, kir ku beşdarî kampanyaya alîkariyê bibin.

Tedbîr û xebatên Rêveberiya Xweser ji bo rewşên awerte didomin

Saziyên Rêveberiya Xweser jî, ji roja erdhejê û heta vê kêliyê li seranserê herêmê di nava tevgerê de ne.

Heta niha 74 kon hatine danîn û dibe ku hejmar zêdetir bibe.

Her wiha bi dehan yarîgeh, holên werzîşê wekî stargeh hatine amadekirin.

Rêveberiya Xweser, xwarin, vexwarin, betanî û isfinc, erebeyên ambûlansê û tîmên tenduristiyê li konan bi cih kirine.

Rêveberiyê ji bo alîkariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hemû derfetên xwe seferber kirin.

Lê belê ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser herêmê, alîkarî hîn negihane wir.

Meclisa Kantona Şehbayê jî heta niha zêdetirî hezar û 200 malbatên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diman, pêşwazî kirin.

Li kampa Serdem a şehba çadir tên vedan

Li kampa serdem ya Şehba jî, ji bo pêşwaziya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çadir tên vedan.

Back to top button