Kamber Yildiz: Abdullah Ocalan fîlozofê sedsala nûjen e

Li welatekî ku desthilateke faşîst lê hakime, bi îradeya xwe şerê hebûnê dikin.
Em behsa berxwedana li Girtîgehên Bakurê kurdistan û Tirkiyê dikin.
Girtiyên ku di gerva birçîbûnê de ne dibêjin, heta azadiya fîzîkî ya birêz Abdulah Ocalan pêk neyê emê des ji têkoşînê bernedin.

Li Girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê greva birçîbûnêya girtiyên PKK û PAJK’ê di roja berxwedan didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêbe Abdulah Ocalan 27’ê Mijdarê destkirbû, îro ket roja 19’an.

Ji girtiyên tev li greva birçîbûnê bûne yek jê jî Necla Yildiz e.

Necla ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, beriya hefteyekê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû:

Heta daxwazên me pêk neyên dê çalakiyên me dewam be.

Birayê Yildiz, Kamber Yildiz banga xwedîderketina li çalakiya li girtîgehan kir û got:

Tecrîdkirina rêberê bi milyonan pirsgirêka heyî kûrtir dike.

Birêz Abdullah Ocalan ne tenê kesek e, rastiya gelê Kurd e û çareserî di dest wî de ye.

Divê dewlet rûyê xwe ji vê yekê re nezivirîne.

Nehîr Bîleceyê: Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere

Nûnerên saziyên maf û hiqûqê yên li Îzmîrê diyar kirin ku divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Nehîr Bîleceyê diyar kirin ku bi bi destpêkirina greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê re, tecrîda li ser girtiyan hîn girantir bûyeû gotin:

Ji bo aştiyeke birûmet di serî de divê birêz Abdulah Ocalan bê berdan.

Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd û dostên wan e.

Ev pirsgirêk pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyê ye.

Divê Tirkiyê li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye tevbigere.

“Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadkirina birêz Abdulah Ocalan pêkane”

Parlamentera Qers a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî têkildarî tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan û pêvajoya heyî nirxandin kir.

Gulîstan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê nîşaneya xitimandinê ye û wiha got:

Nêzîkatiya li hemberî Birêz Abdulah Ocalan nêzîkatiya li hemberî Gelê Kurd û demokrasiyê ye.

Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de, rola muxatabê sereke Birêz Abdulah Ocalan e.

Divê hiqûqa navneteweyî û CPT di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin.

Gulîstan balkişand ser çalakiya gervê ya li Girtîgehan û wiha domand:

“Her çalakiya ku li girtîgehê tê kirin divê weke rexneya li derve were nirxandin.

Hevalên me yên di girtîgehê di şert û mercên herî dijwar de li hemberî vê sîstemê bi vîna xwe ji bo hebûnê têdikoşin.

Back to top button