YBŞ’ê cejna rojiyên Êzî pîroz kir

Îro Cejna Êzî ye.
Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa bi daxuyaniyên cûda cejna Êzî li civaka êzidî pîrozkirin û gotin: “Em bi wesîleya Cejna Êzî, yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, û li Êzîdxana azad û xweser xwedî derkevin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) biboneya cejna Rojiyên Êzî peyamek belav kir. YBŞ’ê di peyama xwe de banga yekîti û rêxistinbûnê li civaka Êzidî kir û got:

YBŞ: Rexistinbuyîna xwe mezin bikin Êzîdxana azad xwedî derkevin

“Em Cejna Rojiyên Êzî di serî de li mîmarê Êzidxana azad Rêber Apo, li hemû gelê xwe yê Êzidî û Kurdistaniyên bi rûmet pîroz dikin.

Tê zanîn ku em weke Êzidî yek ji wan gelên herî kevnar yên Rojhilata Navînin ku gelek êş û azar jiyan kiriye.

Di şexsê gelê me de hate xwestin ku keleha dawî ya mirovahiya berxwedêr, çanda jiyana wekhev û komunal ya dîrokî tine bikin.

Lê me weke gel bi berxwedaniya xwe ya bêhempa ya bi pêşengiya cangoriyên ev plan astengkir û têk bir.

Em Cejna Êzî, yekîtiya xwe û rêxistinbûna xwe xurtir bikin, berxwedanî û têkoşîna xwe ya li dijî dagirker, hevkar û dijminên kokê geştir bikin û li Êzîdxana azad û xweser xwedî derkevin.”

KCÊ-E: Bersiva 74 fermananan mezinkirina yekîtî û tifaqê ye

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa-(KCÊ-E) jî Cejna Êzî li civaka Êzidî, gelê Kurd û li tevahiya mirovahiyê piroz kir û ev peyam da:

“Civaka Êzidî li welat û li seranserê cîhanê ji 28’ê Mijdarê ve dest bi pêvajoya rojiyê kiriye.

Divê berî her tiştî civaka me li xwe vegere û yekîtî û tifaqa xwe xurt bike.

Bersiva 74 fermanan tenê mezinkirina yekîtî û tifaqê ye.

Li ser vî esasî em wek Koordinasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, cejna hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin.”

Rîham Hesen: Cejna Êzî banga vegera li Şengalê ye

Hevseroka Desteya Rêvebir ya Şengalê Rîham Hesen jî bi peyameke taybet Cejna Êzî li hemû Êzidiyan pîroz kir û got:

“Hêviya me ewe cejn bibe wesîle ji bo azadî, aramî, tifaq û jinûve avakirina Şengalê.

Banga me ji bo gelê me yê koçbere ku vegerin û li ser axa xwe cejna xwe pîroz bikin.

Em vê cejnê wisa bibînin ku wekî vexwendinekê be ji bo gelê me.

Bi taybet bibe banga me ji bo gelê me yê koçber ku vegerin Şengalê û karibin vê cejnê bi gelê xwe re li ser axa xwe pîroz bikin.”

Back to top button