Xeza: Di êrişa Îsraîlê ya li ser dibistanekê de 200 kes hatin kuşitin

Medyaya Filistînê ragihand ku di encama bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li ser dibistanek ya Xezayê de 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Operasyonên artêşa Îsraîlê yên li dijî Hemasê yên li Şerîda Xezayê dewam dikin:

Di roja 43’yan ya şer de jî Îsraîlê êrişên dijwar li dijî Hemasê pêk anî.

Ji ber şerê heyî hêjmara welatiyên sivîl yên ku dibin qurbanî her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî medyaya Filistînê, di encama bombebaranên artêşa Îsraîlê yên li ser dibistanek ya Xezayê de 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Medyaya Filistînê diyar kir ku ji destpêka şerê di navbera Hemas û artêşa Îsraîlê de heta niha bêtirî 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji wan 5 hezar jê zarokin û 3 hazar û 300 jî jinin.

Herwiha medyaya Filistînê eşkere kir ku ji ber şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de 2 milyon û 300 hezar kes ji cih û warê xwe bûne.

Back to top button