Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li herêma Firatê cenazeyên şehîd Ciwan Hesen Hemkero û şehîd Ednan Osman li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê oxir kirin.
Di merasîma oxirkirina şehîdan de xelkê herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û kesayetên ji partiyên siyasî beşdar bûn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî û got: soza tolhildana şehîdan.
“Em ê têkoşîna xwe li hember dewleta Tirk a dagirker û tevahî rejîmên desthilat ên hewl didin aramiya herêmê xira bikin, dewam bikin.”
Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çelebiyê Cîhan Elî jî diyar kir ku ew têkoşîna bi keda şehîdan hatiye ava kirin nîvço nehêlin.
Pismamê şehîd Ciwan Efrîn li ser navê malbatê axivî û got:
Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin û li xaka xwe vegerin.”
Piştre wesîqeyên her du şehîdan hate xwandin û radestî malbatên wan hate kirin.
Ciwan Efrîn di 15’ê vê mehê de di bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li gundê Boxaz ê Kobanê de şehîd bû.
Şehîd Koçer jî di 16’ê heman mehê de dema li ser erka xwe ya leşkerî li Eyn Îsayê şehîd bû.