QSD’ê: Di êrişa li Kobanê de şervanê me Ciwan Efrîn şehîd bû

QSD’ê nasnameya şervanê xwe Ciwan Efrîn ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li gundê başûrê Kobanê şehîd bûbû, aşkera kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya şervanê xwe Ciwan Efrîn bi daxuyaniyekê aşkera kir.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane komkujiyan li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Di êrişan de, balafirên bêmirov û çekên giran bi kar tînin û tu bertekeke li hember van êrişan nayê dayîn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk 15’ê Mijdarê li gundê Boxaz ê başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de şervanê me Ciwan Efrîn şehîd bû.

QSD anî ziman hervrê Ciwan ji malbateke welatparêz e, xwedî kesayeteke wêrek û berxwedêr bû, tevahî erkên xwe pêk dianî.

QSD sersaxî ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdan re xwest û soza şopandiya riya wan heta serkeftinê da.

Li gor navenda ragihandinê ya QSD’ê nasnameya şehîd weha ye:

Navê tevgerî: Ciwan Efrîn
Nav û paşnav: Ciwan Hesen Hemkero
Navê dayikê: Fehîme
Navê bav: Ebdo
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, gundê Boxaz, 15.11.2023

Back to top button