Efrîn-Çeteyên Feyleq El Şam zarokê bi navê rohat hisên revandin

Hovîtiya dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ên li Efrînê dewam dikin.
Çeteyan ji xwe re revandina sivîlan kirine wekî karekî rojane û li hember berdana wan fidyeyê dixwazin.
Careke din du welatî li Efrîn hatin revandin. Yek ji wan zarok e û yek jî temen mezin e.

Li gorî malpera Efrîn NEWS 24 çeteyên Feyleq El Şam zarokê bi navê Rohat Hisên ji xelkê gundê Meydana yê Racoyê revandin.

Hate diyar kirin çeteyan berî Hisên birevînin êşkence kirin û pişt re wî ber bi girtîgeha Marata ve birin.

Abdîn Hec Ebdo yê temen mezin li Efrînê hate revandin

Her wiha çeteyên qaşo Polîsên Sivîl jî welatiyê bi navû Abdîn Hec Ebdo yê 61 salî ji navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyan Hec Ebdo jî ber bi girtîgeha Marata ve birin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk 2 welatî li Efrînê revandin

Back to top button