Dadgeha Navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest îşkenceyê rawestîne

Dadgeha Edlê ya Navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest ku dev ji hemû kirinên dijmirovî û heqaratê berde.
Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed bi yasayekê efûyek li tewanên heta 16’ê Mijarê hatin kirin, ragihand.
Welatiyên Sûriyê yên li derveyî welat jî, ji ber sedemekê ev biryar rexne kirin.
Sedem çiya? emê di naveroka nûçeyê de nas bikin.

Duh Dadgeha Edlê ya Navneteweyî ji hikumeta Şamê xwest ku sînorekê ji îşkence, dan û standina hişk û heqaretê deyne.

Ew yek di yekemîn doza li pêş edaleta navneteweyî ya derbarê kiryarên hikumeta Şamê yên di krîza Sûriyê de, ku 2011’an dest pê kir, pêk hat.

Dadgehê ji hikumeta Şamê xwest ku tevahî tedbîrên pêşî li kiryarên îşkence, lêdan, heqaretê bigirin, pêk bîne.

Her wiha dadgehê anî ziman ku li gorî lêpirsîneran di krîza Sûriyê de bi deh-hezaran welatî hatin kuştin û got:

Divê hikumeta Şamê tedbîrên aktîf bigire ku pêşî li telefkirina delîlan were girtin û komkirina delîlan were parastin.”

Serokê hikumeta Şamê efû ragihand

Hemwextî daxwazên Dadgeha Edlê ya Navneteweyî, duh serokê Hikumeta Şamê Beşar El-Esed biryara Efûyekê ragihand.

Li gorî ajansa Sana a hikumeta Şamê, serokê Hikumeta Şamê Beşar El-Esed yasaya efûyê ji bo hemû tawanên ku berî 16’ê Mijdarê hatine kirin derxist.

Li gorî yasayê kesên tawanbar ên ku ji destê dadmendiya hikûmetê reviyane wan li xwe nagire, bi mercê ku xwe teslîm bikin tên efukirin.

Kesên li Sûriyê ne, divê di 3 mehan de û kesên li derve jî divê di 6 mehan de xwe teslîm bikin.

Welatiyên Sûrî yê li derveyî welat qanûna efûyê rexne kirin

Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê ′Sûriyeyî “qanûna Esad” rexne dikin′ nûçeyek weşand.

Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku qanûna Esad derxistiye ji hêla sûriyên li derve ve hate rexnekirin.

Çavdêran anî ziman ku ev qanûn hemwextî biryara Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya ku divê Sûriye “yekser” kiryarên îşkenceyê, dan û standina hovane ya li hember girtiyan bisekinîne û divê delîlên li ser îşkenceyê telef neke, derket.

Rojname ku agahiyên xwe dispêre pisporekî qanûnî, diyar dike,

Xala herî girîng a ku di qanûnê de hatiye behskirin, ew e ku kesên bi yasaya terorê ya hejmar 19’an a sala 2012’an (li pey xwepêşandanên gel hatiye derxistin) ji derveyî wê hatine girtin.

Ev tawan, ger ne li dijî hemûyan be jî, li dijî piraniya girtiyan e.

Hinceta wê jî li dijî hikumeta Şamê derketine, da ku ew nekevin bin bandora tu biryareke efûyê.

Rojnameyê eşkere kir ku hikumeta Şamê bi vê biryarê dixwazê ku raya giştî bixapîne ku hemû girtî hatine berdan.

Back to top button