Stasyona avê ya Hewama ya Dêra Zorê ku di dema DAIŞ’ê de ji sedî 90 hatibû rûxandin, ji nû ve tê avakirin.
Bi koordînya Desteya Ximetguzarî û Şaredariya Hecînê, projeya jinûve-avakirina stasyonê, dawiya sala borî dest pê kiribûn..
Ji ber belavbûna vîrûsa coronayê, ev proje heya 4 mehan hatibû rawestandin û niha dewam dike.
Li gorî berpirsên şaredariyê, stasyona Hewama ji sedî 90 bi dawî bûye û di demeke nêz de wê bikeve xizmetê..
Stasyona Hewama avê dide zêdeyî sê-ribê şêniyên bajarokê Hecîn û gundê Bihêra yên Dêra Zorê.