Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Israîlê de 2 çekdaranên Îranê hatin kuştin

Artêşa Israîlê careke din êrişî bajarê Şamê kir.
Di êrişê de, 2 çekdarên Îranê hatin kuştin.
Her wiha baregeha hêzên Koalisyonê ya li Hesekê rastî êrişekê bi dironan hat.
Li aliyê din xwepêşandanên li Siwêdayê a bi daxwaza Sûriyeke ne-navendî jî dewam dikin.

Vê sibê di seatên berbangê de, dengê teqînan li derdora paytexta Sûrî Şamê hate bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrişeke hewayî ji Colana Sûriyê ve li gelek nuqteyên li derdora Şamê pêk anî.

Israîlê depoyên çekan û xalên hizbullah û çekdarên Îranê yên li derdora balafirgeha Navneteweyî ya Şamê kirin armanc.

Ruxmî ku Pergala Parastina Hewayîî ya Hikumeta Şamê çend moşek anî xwarê, lê rê li ber êrişê negirt.

Hate ragihandin di êrişa êrişê de, 2 çekdarên Îranî hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûn

Baregeha hêzên koalisyonê a li Hesekê rastî êrişekê hat

Her wiha bi gurbuna şerê Hamas-Îsraîlê re êrişên li dijî bargehên hêzên Koalisyona Navneteweyî li Sûriyê jî bi taybet li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Baregeha Hêzên Koalisyonê ya li Til Bêder a li derdora Hesekê bi dronan rastî êrîşekê hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku êriş ji aliyê Piştevaniya Îslamî ya Iraqê hatiye kirin.

Dêrazor-Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî hikumetê hatin kuştin

Li kêleka van êrişan liv û tevgera Çeteyên DAIŞ’ê li çolisana Sûriyê zêde dibe.

Çavdêriya Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişên xalên hêzên hikumetê yên li çolistana Dêrazorê kirin.

Di necamê de, leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û çend leşker jî birîndar bûn.

Siwêda-Xwepêşandanên gel dewam dikin

Li aliyên xwepêşandanên li Siwêdayê jî dewam dikin.

Îro weke her roj xwepêşandêran li qada El-Kerama kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Xwepêşandênan bang xweseriya Siwêdayê û Sûriyeke ne-navendî kirin.

Xwepêşandêran eşkere kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku daxwazên wan pêk bên.

Back to top button