Li Başûr 300 hezar îmze ji bo piştgiriya PKK’ê hatin komkirin

Li Silêmaniyê bi panelek encama dawî ya kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistinên qedexekirî ku li Başûrê Kurdistanê dihat meşandin, hate eşkerekirin.

Îro li Silêmaniyê bi panelekê, encama dawî ya kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hat eşkerekirin.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî ku yek ji berpirsên rêvebirina kampanyê ye, axivî û got:

“Kampanya 29’ê Çileya 2022’an li Silêmaniyê hat ragihandin û heta 15’ê Tebaxa 2022’an nêzî 300 hezar îmze hatine komkirin.

Ev yek jî piştgiriya gelê Başûr ya bi xebata rewa ya Bakurê Kurdistanê ve nîşan dide.”

PKK Tevgerek Azadîxwaze, divê ji lîsta rêxistinên terorê were derxistin

Encamnameya panelê jî wihaye;

Nasandina PKK’ê bi terorê biryarek siyasî ye, ne yasayiye.

Berjewendiyên siyasî, leşkerî û aborî yên Ewropa û Amerîka yên li gel Tirkiyeyê bûne sedem PKK wek rêxistinek terorîst were nasandin.

PKK tek hêze li derveyî dewlet û herêman li dijî terorîstên DAIŞ û El Qaîdê şer kiriye.

Ji bo Ewropa û Amerîka xeletiya ku ji beriya niha li dijî xebata netewa Kurd kirine rast bikin, divê PKK’ê ji nava lîsta terorê derxin û wek tevgerek netewî û nîştimanî binasin.

Back to top button