Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê li Qamişlo pêşengehek wêneyên jin vekir. Di pêşengehê de wêneyên çandî û dîrokî û jinên têkoşer bala mirov dikşîne.
Pêşengeh bi dirûşmeya ” Şoreşa Jin bi hunerê dixemile” hatiye destpêkirin.
Bi dehan şêwekar bi 45 tabloyan beşdar bûne.
Roja 14 ‘ê Mijdarê li Dêrikê, îro 16 mehê li Qamişlo û 18 û 20’ê mehê li Amûdê û Hesekê wê were vekirin.
Pêşengeh dikeve çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çalakiyên 25’ê Mijdarê.
Di pêşengehê de tabloyên dîrok, nasname, çand û têkoşîna jinan nîşan dide hatine danîn.
Her wiha jinên pêşneg ên ji aliyê dagirkeriyê ve hatine şehîdxistin bi tabloyekê hatiye nîşandan.
Piştî herêmê Cizîrê wê li Kantona Kobanê û Şehbayê jî pêşengeh were vekirin.