Li ser çapemeniyê dijmin li piştre hevkarên bazirganiyê

Di navabera Enqere û Tel Evîvê de çi dibe?
Ev gotinên dijberî û xwe nîna dijminan dayîna nîşanda çi ye?
Bazirganiya di binê van gotinan de, qet qala wê nayê kirin heye.
Ji despêşa şerê navbera Îsraîl û Hemasê heta niha 253 gemî tejî ji Tirkiyê ber bi Îsraîlê ve hatine şandin.

Li nava Tirkiyê atmosferek boykutkirina tiştên Îsraîlê heye.

Markên Îsraîlê li avahiya Meclisa Tirkiyê jî hate qedexekirin.

Hemwextî vê gotinên dijber yên li hemberî Îsraîlê jî têne kirin.

Ev gotinên li ser ekranan yên xapandina civakê ne.

Ev gotinên dijber yên hev bi tiştên heyî sûcdar dike rastiya navbera wan nade nîşandan.

Serokê AKP’î Recep Tayyip Erdogan ya bo Serokwezîrê Îsraîlê teror û piştevan û niza çi…

Ev hemû hewlên ji bo xapandina civakê ne.

Rastî çiye…

Tirkiye di hinardekirina bo Îsraîlê de li Cîhanê di rêza 3.de ye

Tirkiye di warê bazirganiya hinardekirina tiştan ya ji bo Îsraîlê de li nava welatên cîhanê di rêza 3. de ye.

Ji roja despêkirina şerê navbera Îsraîl û Hemas heta niha bêtirî 253 keştiyên barhilbir, xurek û sotemenî ji Tirkiyê derbasî Îsraîlê kirine.

Ev jimar di Daneyên Trafîk yên Marînê de derketin.

Ev jî tê wateya rojane 7 keştî barhilgir di navbera herdu welatan de tên û diçin.

Li gorî rapora Meclisa Hinardekirinê ya Tirkiyê, hinardekirina tiştan ya ji bo Îsraîlê salane 6 mîlyar dolar e.

Saziyan Daneyan a Tirkiyê (TUIK) jî dibêje, di nava şeş mehên dawiyê de, mehane bi qasî 450 mîlyon dolar bazirganî navbera herdu welatan de pêk hatiye.

Di wextekî ev dane li ber çavan de, gotinên dijberiyê yên navbera Erdogan û Netanyahû de tenê, weke xapandina civak û bilindkirina hestên nîjadperestiyê tên şîrovekirin.

Back to top button