Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Almanyayê û Kongreya Civaka Azad li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re daxwiyaniyên cûda dan.
Herdû alî li ber hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re rabûn û gotin :”Wê xeta xiyanetê li Kurdistanê bi bin bikeve.”
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bakurê Almanyayê (FED-DEM), li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da.
FED-DEM diyar kir ku dewleta Tirk ji bo tunekirina mafên Kurdan peymanên nû li dijî Kurdan çêdike û got:
“Dewleta Tirk dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê girantir dike.
Hewl dide tevgera azadiyê dorpêç bike û tune bike.
Herî dawî ji berpirsyarên polîtburo ya PDK’ê Elî Ewnî hevkariya bi dewleta Tirk re nîşan da.
Wî kesî di tasfiyekirina PDK a Rojhilat de roleke mezin lîstiye. ”
FED-DEM eşekre kir ku ev erêkirina îxanetê ye û ji bo gelê me sînorê sebir û tehamûlê tîne asta dawî.
FED-DEM herî dawî bang li gel û dostên xwe hemûyan kir ku li dijî vê îxanetê bê deng nemînin.
Kongreya Civaka Azad: Wê xeta xiyanetê li Kurdistanê bi bin bikeve
Kongreya Civaka Azad jî bang li PDK’ê kir ku demildest dev jî xiyaneta xwe berde û got:
“Wê xeta xiyanetê li Kurdistanê bi bin bikeve.
Lewma divê xelkê Başûrê Kurdistanê jî xwe li ber vê feraseta hevkar-xiyanetkar ker û lal neke.
Bila hesabê van polîtîkayên qirêj bixwaze.”
FED-GEL: PDK’ê bi her tiştên xwe ve radestî dagirkeriya Tirkiyê bûye