Jinên Raperîn: Xelkê Başûr xiyaneta PDK’ê qebûl nake

Jinên Herêma Raperîna Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker tên wateya ku Başûrê Kurdistanê bê xwedî ye û gotin:
“Eger li Kurdistanê jiyan ji bo şoreşgeran nemîne, wê ji bo xiyanetkaran jî nemîne.”

Jina bi navê Serwîn Celal da zanîn ku bi salane dewleta Tirk a dagirker êrîşî sivîlan dike û tu aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistaê dengê xwe nakin.

Serwîn got : ”Her kes hemberî êrişan bêdenge, em dibînin di van rojên dawî de gelek welatî şehîd ketin.

Ev êriş tên wê wateyê ku xwîna welatiyên me bi erzanî hatiye firotin.”

Jina bi navê Esmer Elî jî li ser heman mijarê destnîşan kir ku her yekî ku dibêje ez kurdim dibe hedefa dagirkeriya tirk .

Esmer got : ” Eger sibe jiyan û azadî ji bo têkoşeran gerîla nemîne, wê ji bo xiyanetkaran jî nemîne.”

Esmer Elî di dawiyê de bang kir ku her kes li dijî êrîşan xwedî helwestên cidî bin.

Back to top button