Li herêmên Silêmaniyê, Mamoste û karmend bi xwepêşandanan berte nîşanî biryara kêmkirina mûçeyan da.
Piştî ku ev agahî belav bû mamoste, karmendên bajarê Silêmaniyê bertek û nerazîbûnên xwe li dijî biryarê nîşandan û daketin qadan.
Mamoste û karmendan dan zanîn ku heya guhertinek ji bo başkirina rewşa welatiyan û dawî li gendeliyê neyê, ewê xwepêşandan û nerazîbûnên xwe dewam bikin.
Ji aliyê din ve, 5 roje polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê, li Baxê Giştî a Silêmaniyê çalakiyên xwe didomînin û naçin ser kar.
Polîs 5 roje bi cil û bergên xwe yên fermî dadikevin qadan û nerazîbûna xwe hemberî, derengdayîna mûçe tînin ziman.
Her ku diçe piştgiriya ji bo çalakiya polîsên Tirafîkê zêdetir dibe.
Şêniyên Kelarê: heta ku em mafên xwe bi dest bixin emê li qadan bin
Mamosta û karmendên navçeya Kelarê jî li dijî kêmkirin û derengdayîna mûçeyan, daketin qadan û diyar kirin ku heta mafê wan neyên dayîn, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.