Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan-SOHR ragihand ku balafirên şer ên Rûsî derdora bajarokê Arîha li gundewarê Idlibê êriş pêk anî.
Di encama vê êrişê de herî kêm 3 kes hatin kuştin 7 jî birîndar bûm.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan-SOHR’ê ragihand ku doh balafirên şer ên Rûsî navendeke leşkerî nêzî kampên koçberan yên di navbera bajarokên Şêx Behr û Mearat Misrîn li gundewarê bakurê Idlibê dikeve kir armanc.
SOHR’ê da zanîn ku di vê êrişê de 3 endamên çeteyên Heyat Tehrîr El-Şam, hatin kuştin, her wiha 7 endamên çeteyên Tehrîr El-Şam û 2 ji wan jin 5 sivîl birîndar bûn.
Ji aliyeke din ve hate ragihandin ku ji ber rûdana cihê bûyerê nêzî kampên koçberan bûye, ji aliyê madî de jî ew devera koçberan xisar gihîştiye.