Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya bajarê Minbicê hejmara yekemîn a kovara “Jineolojî” bi zimanê erebî, derxist.
Bi amadebûna endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, kovar hate ragihandin.
Piştî hejmarên ku bi zimanên kurdî, turkmenî û Soranî derketin, kovar bi zimanê erebî hat derxistin.
Li pirtûkxaneya Mihemed Minle Xizeyl a bajarê Minbicê kovar hat çapkirin.
Di kovarê de mijarên çaresekirina pirsgirêkên jin û civakî, yên mîna, hemû cureyên tundiya li dijî jinan, zanist, pêşketina jinan, sosyolojî, femînîzm, zanistên civakî, şoreşa jinê û Êzidiyan, hene.
Berdevka fermî ya Navenda Lêkolînan a Jineolojiya Yasmîn Qoço diyar kir ku bi nêzîkbûna 25’ê mijdarê, dê hejmara yekemîn a kovarê li ser saziyan bê belavkirin.