Lîderê Wagner Prigojin hat veşartin

Di nava bûyerên şik û gomanê de, lîderê Wagner Prigojin yê hatî kuştin hate veşartin.
Di merasîma li St. Petresburgê de alîgirên Wagner kom bûn.
Hemwextî vê yekê ji Brezîlya îdiayek nû derket.
Brezîlya ragihand ku ti armanca Rûsya ya têkildarî lêpirsîna li ser bûyerê nîne.

Beriya hefteyekê dema balafira lîderê Wagner Yevgeni Prigojin ji Moskow diçû St. Petresburgê ketibû.

Di bûyerê de Prigojin yê 62 salî û kesên din yên di balafirê de miribûn.

Di daxuyanîya ku ji aliyê servîsa çapemenîyê ya Prigojin ve hat dayîn de hat ragihandin ku merasîm bi beşdarbûna kesên nêzî Prigojin wê pêk bê.

Bi gotineke din ji raya giştî re girtî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kesên dixwazin xatirê xwe ji Prigojin bixwazin dikarin serdana goristana Porohov a li St. Petresbûrgê bikin.

Kremlîn: Putin beşdarî merasîmê nabe

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov beriya niha ragihandibû ku Serokê Rûsya Vladimir Putin wê beşdarî merasîmê nebe.

Peskov diyar kir ku beşdarîya Serokomariyê ya merasimê ne plankirî ye û der barê merasima ku tê lidarxistin de agahiyên têrker tunene.

Di balafira ketî de, cîgirê Prigojin, Dimitri Utkin û 8 kesên din ji hebûn.

Putin 24’ê Tebaxê cara yekem li ser mirina Prigojin axivî û mirina rêberê Wagner piştrast kir.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ji bo sûcên giran roja Yekşemê got,

Mirina Prigojin ji hêla analîzên genetîkî yên fermî ve hate piştrast kirin.

Lê derbarê sedema ketina balafirê de hîn ti ravekirinek nehatiye dayîn.

Di dema ku welatên rojava û Ukrayna diyar kirin ku dibe ku Kremlîn di mirina Prigojin de rolek lîstibe, Moskow van îdiayan red dike.

Brezîlya ji mirina Prigojin Rûsya sûcdar dike

Rêveberiya Balfirxaneyan a Brezîlyayê got;

Rûsya ne amade ye ku lêkolînek navneteweyî li ser ketina balafira ku Prigojin têde mirî bike.

Navenda Lêkolîn û Pêşîlêgirtina Qezayên Hewayî ya Brezîlyayê (CENIPA) roja Çarşemê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got;

Hikumeta Moskowê ji wan re agahdar kiriye ku lêkolîn li ser qezayê wê li gorî rêgezên navneteweyî “ji bo niha” neyê destpêkirin.

Di 23-24’ê Hezîranê de, çekdarên Wagner li dijî rêveberiya artêşa Rûsya serhildanek dan despêkirin.

Wagnerên ku berê xwe dan Moskowê bi navbeyn kariya Serokomarê Belarûsya Aleksandr Lukaşenko rawestiyabûn.

Herî dawî du roj beriya mirina wî, Prigojin vîdeoyek ku nîşan dide li Afrîkayê ye parve kiribû.

Putin beşdarî merasîma lîderê Wagner Prigojin nabe

Back to top button