Rûken Ehmed: Wê gelê me şoreşa xwe biparêze

Şoreşa 19’ê Tîrmehê îlham da hemû cîhanê û bala her kesî kişand. Ji lewra Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û ji Fermandarên YPJ’ê Rêvîn Kobanê dan zanîn ku wê gel şoreşa ku bi ked û destkeftiyan hatiye çêkirin, biparêzin.

Bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û ji Fermandarên YPJ’ê Rêvîn Kobanê ji televezyona me re axivîn.

Û banga parastina destkeftiyên şoreşê li gel û jinan kirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed anî ziman ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ji nirxên rêber APO ên netewa demokratîk pêk hat.

Rûken eşker kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji hemû şoreşan cudatire.

Di dawiyê de Rûken Ehmed got, wê gelê me şoreşa xwe ya bi ked û destkeftiyan hatiye avakirin biparêze.

Rêvîn Kobanê: Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya cîhanê belav bû

Ji Fermandarên YPJ’ê Rêvîn Kobanê tekez kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahiya cîhanê belav bûye.

Rêvîn destnîşa kir ku hêza jin di şoreşê de karîbû hemû pilan û êrişan têk bibe.

Back to top button