Ewropa ji ber germahiyê dipije

Di wextekî ku germahî li başûrê Ewropa bibandor de, li 16 bajarên Îtalya alarma sor hate dayîn.
Di nava van bajaran de paytext Roma jî heye.
Li aliyekî din, baranên musonê jî li Hindistan û Koreya Başûr jiyan tevizandiye.

Li Ewropa pleya germahiyê rekor li ser rekorê dişkîne.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ragihand ku li Îtalya, Spanya, Fransa, Almanya û Polonyayê şert û mercên giran ên hewayê tên dîtin.

Li Îtalya ji ber germahiyê alarma sor hat dayîn

Li gorî nûçeya BBC, hikumeta Îtalyayê îro ji bo parastinê şîret welatî hişyar kirin.

Hikumetê bang li welatiyan kir ku di navbera saet 11.00 û 18.00’an de li bin tîrêjên rojê ranewestin.

Ev bang taybet ji bo kesên temenmezin û hejar hat.

Di nava hefteyekê de ji ber pêla germahiya zêde hinek ji geştiyarên li patyexta Îtalya Romayê bi ser hişê xwe çûn.

Li Atîna ji ber pêla germahiyê tevdîr tên girtin

Di vê navberê de li Yewnanîstanê di rojên dawî de pileya germahiyê ji 40’î derbas kir.

Wezareta Çandê ya Yewnanîstanê ragihand ku Akropolîsa Atînayê ku doh di navbera 12:00-17:00 de hatibû girtin, îro jî heman biryar dubare kir.

Germahiya bilind jî gihîşt deverên navendî yên Ewropayê.

Almanya û Polonya jî di nav welatên ku bandor bûne de ne.

Pêla germahiyê komara çekya ditirsîn e

Ofîsa Meteorolojiyê ya Komara Çek hişyarî da ku dibe di dawiya hefteyê de germahiya hewayê ji 38 pileyî derbas bike.

Ev pile ji bo Komara Çekya pir zêde ye.

Li Îngilîstanê îro bendewariyên baran û bayeke xurt dihat kirin.

Hat ragihandin ku pêlên germê li deverên DYA, Çîn, Bakurê Afrîka û Japonyayê jî hatin dîtin.

Baranên Musonê Koreya Başûr û Hindistan perîşan kiriye

Hem wextî germahiyê, baranên mosunê jî bandora xwe zêde kirine.

Ev dimenên hûn dibînin ji Koreya Başûr e.

Li Koreya Başûr 21 kes ji ber baran û lehiyê mirin

Ji ber barana zêde ava çeman bilind bûye lêhiya rabûyî jî jiyan zehmet kiriye.

Barana bû sedema lehiyê tevî paytext Seulê li bajarên derdorê jî bandor bûn.

Jimara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dayîn derket 21’an.

Li Hindistanê reva ji lehiyê

Ji ber barana zêde ya li peytext Delhiya Nû bi sedan kes neçar man dest ji malên xwe berdin.

Tê gotin piştî 45 salan ev baranên herî dijware li herêmê dibare.

ESA: Wê li Ewropayê pileya germahiyê zêde bibe

Back to top button