Di çarçoveya hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de li Wanê civîn hate lidarxistin

Piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê yên li Tirkiyê, xebatên jinûveavakirinê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê didome.
Di vê çarçoveyê de li navçeya Tûşba ya Wanê civîna gel hate lidarxistin.
Di civînê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku têkoşîna birêxistinkirî dê gelê kurd bi ser bixîne.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê, di çarçoveya xebatên jinûveavakirinê de bi gel re civînan li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de li Taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê bi gel re civînek hate lidarxistin.

Şengul Polat: Hilbijartin, di rewşeke derhiqûqî de hatin kirin

Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat destpêkê axivî û diyar kir ku hilbijartinên meha gulanê di pêvajoyeke asayî de nehatin kirin.

Şengul Polat bibîrxist l dijî partiya wan û gel êrişên sîstematîk hebûn û hilbijartin, di rewşeke derhiqûqî de hatin kirin û got: Lê belê dîsa jî divê em kêmaniyên xwe bibînin û dubare nekin.”

Berdan Ozturk: Hilbijartin ji bo me ne armanc lê amûr in

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku ew ji bo nirxandin û rexneyên gel hatine û civînek wiha li dar xistine û wiha axivî: “Hilbijartin ji bo me ne armanc lê amûr in.

Em ê kêmasî û xeletiyên di encamên hilbijartinê de derketine li ber çavan re derbas bikin.

Yek ji berpirsyarên van encaman jî KCD ye, lewma em ê di serî de rexnedayîna xwe bidin.”

Berdan Ozturk: Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne

Ozturk diyar kir ku ji bo wan tişta sereke, têkoşîna azadiyê ye û ev tişt anî ziman: “Lewma ji bo me ya girîng, têkoşîna birêxistinkirî ye, tişta ku dê gelê kurd bi ser bixe, ev e.

Welatiyan diyar kirin ku pêwîste herkes li vê têkoşînê xwedî derbikeve

Piştî siyasetmedaran, welatiyên tevlî civînê bûne jî axivîn û diyar kirin ku pêwîste herkes xwedî li vê têkoşînê derbikeve.

Her wiha civînê de hat gotin ku divê ji niha ve amadekariyên rêveberiyên herêmî bên destpêkirin.

Pervîn Buldan li Merdînê bi gel re hevdîtin kir

Back to top button