Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê cejna vejînê hat pîroz kirin

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li Silêmaniyê bi şahiyek cejna vejînê 15’ê Tebaxê pîroz kirin.

Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û RJAK’ê li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve bi stran û govendan Cejna Vejînê li gelê Kurd û tevayî cîhanê pîroz kirin.

Di şahiyê de Endamê Komeleya Ciwanên Kurdistanê Şehram Germiyanî daxuyanî xwend û wiha got:

“15’yê Tebaxê ne tenê vejîna netewekê ye, lê vejîna hemû gelên bindest ên herêmê ye.

15’yê Tebaxê lêdana bizmara dawiyê ye li tabuta dewleta Tirk e.”

Germiyanî di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku 15’yê Tebaxê û Rêber Apo bi fikir û felsefiya xwe jiyaneke nû afirand û soza ciwanan wiha anî zinan:

“Heta azadiya gelê me û azadiya Rêber Apo em ji têkoşîn û berxwedana ranawestîn.”

Şahî bi gernadina govendê bidawî bû.

Back to top button