Nadîne Maenza: DYA ji bo berjewendiyên xwe ji rastiyê direve

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ku guhertina demografiyê li Efrînê înkar dike, rexne kir û destnîşan kir ku DYA ji bo berjewendiyên xwe rastiyê vedişêre.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê beriya niha ragihandibû ku li Efrînê guhertina demografîk pêknayê.

Seroka Sekreteriya Desteya Navneteweyî ya Azadiya Olî û lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkayê Nadine Maenza di derbarê mijara guhertina demografiya efrînê de axifî û got:

“Bê guman siyaseta ku tê meşandin guhertina demografiyê ye û Bedran Çiya Kurd mafdar e.

Tirkiye koçberên ji deverên din tîne û li deverên Kurdan bi cih dike, di heman demê de dest datînin ser malên Kurdan, mesîhî û êzidiyan.”

“Matthew Miller şaş e”

Nadine Maenza rûdaên li Efrînê weke derqanûnî pênasekir û ev nirxandin kir:

“Û berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Matthew Miller şaş e.

Her wiha wezaret dizane armanca dewleta Tirk ji dagirkirinê guhertina demografiyê ye.”

Nadine diyar kir ku DYA di hinek xalan de berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ser eşkerekirina heqîqetê re digire û ev tişt anî ziman:

“DYA li pêşberî hinek mercan e ku hewl dide Tirkiyeyê nêzî xwe bike û rê li ber wê bigire da ku xwe nêzîkî Rûsyayê neke. Ji bo vê jî daxuyanî bi vî rengî dide”

“Bêdengiya Amerîka dihêle Tirkiyê êrişên xwe bidomîne”

Nadine Maenza li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê helwesta Amerîkayê rexnekir û got:

“Heke DYA bê deng bimîne dê êrişên zêdetir werin kirin. Divê Amerîka kiryarên Tirkiyeyê dijî qanûnên navneteweyî bibîne.

Jixwe heqîqet ev e.”

“Raporek ji bo kongreyê der barê êrişên Tirkiyeyê de hatiye şandin”

Nadine destnîşan kir ku di 3’yê Tebaxê de mufetişê giştî yê Neteweyên Yekbûyî raporek pêşkêşî Kongreya DYA’yê kir û got:

“Di raporê de de hikumeta Amerîkayê ji ber bêdengiya wê ya li hember êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine rexnekirin.”

Nadine Maenza di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ne li gorî berjewendiyên DYA’yê û ne li gorî yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Back to top button